Li ser rêya Îbrahîm Xelîl-Zaxo bûyera trafîkê: 1 mirî, 2 birîndar

17-07-2022
RÛDAW
Nîşan Duhok Zaxo Deriyê Îbrahîm Xelîl Bûyera Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di bûyereke trafîkê de li navçeya Zaxo ya ser bi Duhokê ve ciwanekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Rêveberiya Polîsê Trafîkê ya Duhokê di daxuyaniyekê de ragihand, îro Yekşembê 17ê Tîrmehê demjimêr 10:00 sibehê li ser rêya di navbera Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîll- Zaxo de bûyereke trafîkê di navbera sê otomobîlan de çê bû.

Li gor daxuyaniyê, bûyer di navbera otomobîlek ji corê Toyota Camery, barhilgireke TIR û kamyonek ji corê KIA de û li nêzîk gundê Bakirma çê bûye.

Rêveberiya Polîsê Trafîkê ya Duhokê diyar kiriye, di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest daye û du kes jî birîndar bûne.

Ew kesê ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest daye, navê wî Mizgîn Ebdullah û temenê wî di navbera 25-30 saliyê de ye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, zirareke maddî ya mezin gihîştiye otomobîlan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst