PKK: Serhed Varto canê xwe ji dest da

17-07-2019
RÛDAW
Nîşan PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - PKKê bi fermî ragihand, ku Endamê Pêwendiyên Derve yê KCKê Serhed Warto Canê di encama êrîşeke Tirkiyê de bo ser baregehên wan li Qendîlê jiyana xwe ji dest daye.

 

Komîteya Piştevaniya li Malbatên Şehîdan a ser bi PKKê ve di daxuyaniyekê de ragihand, Serhed Varto (Emrullah Dursun) li “herêma Parastina Medya” tevî 4 gerîlayê din canê xwe ji dest daye.

 

Medyaya nêzîkî PKKê nasnameya 4 gerîlayên din jî aşkere kiriye û ragihandiye, “Sînanê Sor (Ali Aktaş), Navdar Singer (Mîkail Ozdemir), Serhed Şefek (Vehîp Tekîn) û Şiyar Ferşîn (Celal Ozturk) di heman êrîşê de, tevî Serhed Varto canê xwe ji dest dane.”

 

Komîteyê ragihandiye, peyamek ji malbata Serhed Varto û malbatên her 4 gerîlayên din ên PKKê re şandiye û ragihandiye, “her pênc kes di bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.”

 

Hefteya bihorî jî berpirsekî mezin ê PKKê yê bi navê Diyar Xerîb tevî du gerîlayên din di êrîşeke esmanî ya Tirkiyê de bo ser Qendîlê canê xwe ji dest dabû.

 

KCKê roja 7ê vê mehê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandibû ku di êrêşeke balafirên Tirkiyê de bo ser baregehên wan li Qendîlê, “Endamê Konseya Rêvebir a KCKê Diyar Xerîb Mihemed û du gerîlayên wan ên bi navên Devran û Şahîn canê xwe ji dest dane.”


Di wan demên dawiyê de êrîşên Tirkiyê bo ser binke û baregehên PKKê li Çiyayê Qendîlê zêdetir bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst