SEMSÛR – Kalê 72 salî hevjîna xwe ya 71 salî kuşt

11-03-2024
Nîşan Semsûr Jin Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê, zilamê bi navê A.Y. yê 72 salî hevjîna xwe ya bi navê Naîle Y. ya 71 salî bi kêrê kuşt.

Li Taxa Sîtelerê ya Semsûrê, ji ber sedemeke nediyar di navbera A.Y. û hevjîna wî Naîle Y. de nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de A.Y. kêr li hevjîna xwe da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman Naîle Y. veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.

Naîle Y. tevî hemû midaxeleyan jî li nexweşxaneyê mir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst