Tirkiyê li Agirî li dijî PKKê operasyoneke nû da destpêkirin

17-05-2022
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Odeya Operasyonan a Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku Artêşa Tirkiyê li  parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta hebûna gerilayên PKKê dest bi operasyoneke nû ya bi navê Eren Dorpêç-10 (Eren Abluka-10) kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê,  îro Sêşemê 17ê Gulana 2022ê operasyona Eren Dorpêç-10 bi beşdarbûna 915 serbazan destpê kiriye ku ji 52 tîmên ji hêzên cenderme, cerdewan, gundparêz û tîmên taybet pêk tên.

Heta niha Wezareta Navxwe ya Tirkiyê û Navenda Ragihandinê ya HPGê ti daxuyaniyek derbarê ziyanên canî û maddî yên operasyona nû ya nav Bakurê Kurdistanê de belav nekirine.

Piştî bidawîbûna operasyonên zivistanê yên bi navê zincîre operasyonên “Eren” ku heta Eren-34 berdewam bûn, vê carê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi hinceta şerê li dijî PKKê zincîre operasyonên bihar û havînê yên bi navê Eren Dorpêç  dane destpêkirin. Roja 17ê Nîsana 2022ê qonaxa yekem a operasyonên bihar û havînê bi navê  Dorpêç-1 li Amed a Bakurê Kurdistanê hatibû destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst