Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, par li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3,5 milyon malbatan bi alîkariyên civakî debara xwe kiriye.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara malbatên ku pêdiviya wan bi alîkariyên civakî heye û hejmara kesên alîkariyên civakî werdigirin her sal zêde dibe.
Li gor rapora Wezaretê, di sala 2024an de zêdeyî 3,5 milyon malbatan, bi giştî zêdeyî 14 milyon welatî neçar mane bi alîkariyên civakî debara xwe bikin.
Li gorî amarên Wezaretê, 2024an li Tirkiyeyê 2 milyon û 274 hezar û 182 malbatan ji alîkariyên civakî sûd werdigirtine.
Ev hejmar sala 2024ê ji sedî 55 zêde bûye û derketiye 3 mîlyon û 537 hezar û 185 malbatan.
Amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) eşkere dikin ku hejmara yên ji alîkariyên civakî sûd werdigirin gihiştiye 14 mîlyon û 148 hezar û 740 kesan.
Bernameya Piştgiriya Malbatê, di meha Kanûna Pêşîn a 2024an de ji aliyê 2 milyon û 990 hezar û 408 malbatan ve hat bikaranîn.
Di çarçoveya Bernameya Piştgiriya Civakî û Aborî (SED) de jî heta dawiya salê 170 hezar û 317 zarokan alîkarî wergirtiye.
Alîkariyên civakî
Hejmara malbatên ku ji bernameya alîkariyên civakî yên cuda sûd wergirtine wiha ne:
Alîkariya sotemeniyê: 1 milyon û 587 hezar û 728 mal.
Alîkariya gaza xwezayî: 521 hezar û 408 mal.
Alîkariya elektrîkê: 3 milyon û 428 hezar û 491 mal.
Her wiha di Kanûna Pêşîn a 2024an de deynê Sîgorteya Tenduristî ya Giştî (GSS) ya 7 milyon û 926 hezar û 871 kesan ji aliyê dewletê ve hatiye dayîn.
Di rapora Wezaretê de hatiye diyarkirin ku di sala 2024an de 21 hezar û 380 mal di rewşeke wiha xerab de ne ku mirov nikare tê de bijî.
Ev rewş nîşan dide ku krîza niştecihbûnê ya welatiyên kêmdahat kûrtir dibe.
Zêdebûna hejmara malbatên ku bi alîkariyên civakî debara xwe dikin, bandora tengbûna aborî û newekheviya dahatê ya li Tirkiyeyê ya li ser hejariyê radixe ber çavan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse