Nêçîrvan Barzanî û Heyeta Îmraliyê civiyan

17-02-2025
Pervîn Buldan û Nêçîrvan Barzanî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Pervîn Buldan û Nêçîrvan Barzanî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Heyeta Îmraliyê Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê Heyeta Îmraliyê pêşwazî kir.

Serok Mesûd Barzanî doh saet 10:00an li Baregeha Barzanî ya li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê bi Heyeta Îmraliyê re civiyabû.

Îro jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Heyeta Îmraliyê li hev civiyan.

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî hevdîtinên xwe yên bi Abdullah Ocalan re serdanên xwe didomîne.

Heyeta Îmraliyê di çarçoveya van hevdîtinan de hat Başûrê Kurdistanê.

Heyet doh bi Serok Mesûd Barzanî re civiyabû û îro jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Heyet dê sibe jî here Silêmaniyê û bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û rayedarên YNKyê re bicive.

Heyet ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir, endamên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bilmez, Hevberdevkê Komîsyona Pêwendiyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk û parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst