Keskîn Bayindir: Birêz Nêçîrvan Barzanî dê piştgiriyeke mezin bide vê pêvajoyê

17-02-2025
Keskîn Bayindir daxuyanî dide çapemeniyê /Wêne: Rûdaw
Keskîn Bayindir daxuyanî dide çapemeniyê /Wêne: Rûdaw
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Heyeta Îmraliyê Civîn Keskîn Bayindir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir piştî civîna bi Nêçîrvan Barzanî re got, “Birêz Nêçîrvan Barzanî dê piştgiriyeke mezin bide vê pêvajoyê.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Heyeta Îmraliyê îro li Hewlêrê civiyan.

“Me peyama Birêz Ocalan pêşkêşî Birêz Nêçîrvan Barzanî kir”

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir piştî civînê ji nûçegihanan re got:

“Me silav û hezkirina Birêz Ocalan gihandin Birêz Nêçîrvan Barzanî. Me peyama Birêz Ocalan pêşkêşî Birêz Nêçîrvan Barzanî kir.

Birêz Nêçîrvan Barzanî ji bo pêvajoya aştiyê xwedî helwesteke neteweyî ye.

Birêz Nêçîrvan Barzanî dê piştgiriyeke mezin bide vê pêvajoyê.”

“Piştgirî heye”

Keskîn Bayindir anî zimên ku “Hêviya gelê Kurd heye” û diyar kir:

“Hemû partî, rêxistin û serokên Kurdistanê xwedî helwest in û bawer dikin ku dê pêvajoya aştiyê bi pêş bikeve.

Em ji piştgiriya Rêzdar Nêçîrvan Barzanî gelekî memnûn in û em spasiyên xwe pêşkêşî wî dikin."

Bayindir li ser naveroka civînê agahiyên zêdetir nedan û wekî din jî kes neaxivî.

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî hevdîtinên xwe yên bi Abdullah Ocalan re serdanên xwe didomîne.

Heyeta Îmraliyê di çarçoveya van hevdîtinan de hat Başûrê Kurdistanê.

Heyet doh bi Serok Mesûd Barzanî re civiyabû û îro jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Heyet dê sibe jî here Silêmaniyê û bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û rayedarên YNKyê re bicive.

Heyet ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir, endamên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bilmez, Hevberdevkê Komîsyona Pêwendiyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk û parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst