Li Başûrê Kurdistanê leşkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû

17-02-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Başûrê Kurdistanê Leşker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, gerîlayên PKKyê li herêma Zap-Avaşînê li hemberî leşkerên wan çalakiyek li dar xistiye.

Di çalakiya gerîlayan de leşkerê wan ê bi navê Salih Ay hatiye kuştin.

Herwiha leşkerek jî birîndar bûye.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst