Li Meletiyê kesekî hevjîna xwe ya ducanî kuşt, paşê xwe jî kuşt

17-01-2023
RÛDAW
Nîşan Meletî Bakurê Kurdistanê Kuştina Jinan Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çirmikê ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, doh bi şev 16ê Çileya 2023ê zilamekî hevjîna xwe ya ducanî kuşt û piştre xwe jî kuşt.

Li Taxa Kiltepe ya Çirmikê, di navbera Kemal Korkmazê 33 salî û hevjîna wî Esengul Korkmaz a 30 salî de ji ber sedemeke nehat zanîn nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de Kemal Korkmaz bi çekê li hevjîna xwe Esengul Korkmaz da û ew kuşt û piştre gule berda serê xwe û birîndar bû. Li ser agahdarkirina cîranan tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Kemal Korkmaz ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê hat veguhestin, lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat zanîn ku 3 zarokên malbata Korkmaz hebûne û Esengul Korkmaz ducanî bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst