Tirkiyê li Girê Spî odeya pîşesazî û bazirganiyê vekir

17-01-2020
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Girê Spî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê odeyekî pîşesazî û bazirganiyê ji aliyê Tirkiyê ve hat vekirin.

Tirkiyê ragihandiye, armanc ji damezrandina wê odeya bazirganî û pîşesaziyê ew e ku di navbera bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê û herwiha bajarên Bakurê Kurdistanê de tevneke bazirganiyê ava bike.

Parêzgarê Rihayê jî ragihand ku bi avakirina wê odeya bazirganî û pîşesaziyê re ew dixwazin girîngiyekî taybet bidin kerta çandiniyê ya li wê navçeyê.

Serokê wê odeya bazirganiyê jî ragihand ku heya niha 240 kesan ji hemû sektoran navên xwe nivîsandine, da ku bibin endamên odeya bazirganî û pîşesaziyê ya Girê Spî.

Pêştir Tirkiyê li herdu bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî navendên çendîn saziyên xwe vekiribûn û li ser saziyên wan bajaran tabloyên bi zimanê Tirkî danîbû.

Piştî êrîşên Cotmeha 2019 ên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê tevî bi dehan gundên derdorê ketin bin kontrola hêzên wî welatî.

Tirkiyê tevî komên çekdar ên Sûrî di 9ê Comtmeha 2019an de êrîşî Rojavayê Kurdistanê kiribûn û Hêzên Sûiyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersiva êrîşên wan dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst