Şoriş Îsmaîl: Divê heta dawiya 2026an hêzên Pêşmergeyan werin yekkirin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şoriş Îsmaîl Wezîrê Pêşmergeyan Silêmanî Koleja Leşkerî ya Qelaçolanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Pêşmergeyan diyar kir ku beşeke zêde ya pêvajoya çaksaziyên Pêşmergeyan hatine bi cih anîn û divê heta dawiya 2026an hemû hêzên Pêşmergeyan werin yekkirin.

Îro li parêzgeha Silêmaniyê merasîma derçûnê ya Koleja Leşkerî ya Qelaçolanê bû hat lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl jî tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de 48 jê jin 769 der çûn û derçûyên yekem hatin xelatkirin.

Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û diyar kir ku beşeke mezin a pêvajoya yekkirina Wezareta Pêşmergeyan hatiye bicihkirin.

Şoriş Îsmaîl eşkere kir ku çarenivîs û paşeroja Herêma Kurdistanê girêdayî hebûna artêşeke bihêz û xwedî şiyanên leşkerî yên pêşketî ye.

"Gelek çaksazî hatine kirin"

Wezîrê Pêşmergeyan behsa çaksaziyên li wezaretê jî kir û di berdewamiyê de got:

“Armanca me ji bo parastina Kurdistanê serkeftina pêvajoya çaksaziyê, nehiştina gendelî û avakirina artêşeke niştimanî ya yekgirtî ye.

Tevî gelek pirsgirêk û astengiyan, di Wezareta Pêşmergeyan piraniya pêvajoya çaksaziyê hatiye cîbicîkirin.

Ev jî destkefteke dîrokî ya Kurdistanê ye ku hêzên Pêşmerge dê li ser asta hêzên leşkerî yên herêmê bibin hêzeke yekgirtî ya Kurdistanî.

Hemû hewlên ji bo yekkirina hêzên Pêşmergeyan bi piştgiriya Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û dilsozên me yên di nava Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî de bi taybetî Amerîkayê hatine kirin.”

Şoriş Îsmail ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xwest ku di warê yekkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de alîkariya Wezareta Pêşmergeyan bikin.

Wezîrê Pêşmergeyan di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku ew bi cidî li ser birêxistinkirin û yekkirina Wezareta Pêşmergeyan dixebitin.

Wezîrê Pêşmergeyan di dawiya axaftina xwe de bangî aliyên siyasî kir ku armancên gel û neteweya xwe di ser berjewendiyên her kesî re bigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst