Li Wanê di otobus û barhilgirekê de 46 koçber hatin desteserkirin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Wan Koçber Qaçaxçiyên Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di otobus û barhilgirekê de 46 koçber hatin desteserkirin.

Birêvebiriya Ewlehiyê ya Wanê doh ragihand ku hêzên ewlehiyê li parêzgehê operasyoneke rûbirûbûna qaçaxçîtiya koçberan daye destpêkirin.

Li gorî daxuyaniyê hêzên ewlehiyê li navçeya Tuşpayê ya Wanê otobusek rawestand û dest bi lêgerînê kir.

Di beşeke dizî ya otobusê de 25 koçber hatin desteserkirin ku bi rêyên qaçax gihîştine Wanê.

Di çarçoveya heman operasyonê de hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li navçeya Artemêtê ya Wanê jî barhilgirek rawestand û di pişta wê de jî 21 koçber hatin desteserkirin.

Derbarê her du bûyeran de 6 kes bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatin desteserkirin û her wiha dest bi ser otobus û barhilgirê de hat girtin.

Hat ragihandin ku 45 koçberên desteserkirî dê piştî karûbarên îfadeyê yên li Birêvebiriya Ewlehiyê ji bo dersînorkirinê bibin Birêvebiriya Koç û Koçberan a Wanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst