Neteweyên Yekbûyî: Divê Sûriye neyê parçekirin

5 demjimêr berê
Sinan Tunçdemir
Stephane Dujarric \ Wêne û vîdeo Rûdaw
Stephane Dujarric \ Wêne û vîdeo Rûdaw
Nîşan Stephane Dujarric Neteweyên Yekbûyî (NY) Sûriye Tirkiye Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Rûdawê re diyar kir ku divê Sûriye neyê parçekirin.

Berdevkê Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric li ser îhtimala operasyona Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê bersiv da pirsa Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tuncdemîr û wiha got:

"Binêrin, hûn dizanin, em hez nakin spekulasyonan bikin li ser çêbûn an jî çênebûnê.

Helwesta me ew e ku divê her kes rêzê li yekparçeyiya axa Sûriyeyê bigire û divê Sûriye wekî xwe bimîne."

Stephane Dujarric li ser qutkirina ava parêzgeha Hesekê jî axivî û da zanîn:

"Binêrin, mixabin di demên dawî de li Sûriyeyê ev demeke dirêj e aliyên cuda bikaranîn û gihîştîna avê wekî amûrekî şer bi kar tînin.

Me ev di pevçûnên cuda yên di navbera aliyên li Sûriyeyê de jî dît. Ev tiştekî wisa ye ku divê nebe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst