Li Bedlîsê qedexeya çalakiyan hat ragihandin

16-11-2024
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Qedexeya Çalakiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê hemû xwepêşandan, çalakî û civîn 2 rojan hatin qedexekirin.

Piştî tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên DEM Partiyê, li Bakurê Kurdistanê rojane bi hincetên cuda qedexeya çalakiyan tê ragihandin.

Parêzgariya Bedlîsê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji îro heta sibe saet 23:59an li Bedlîs û navçeyên wê hemû çalakiyên wekî xwepêşandan, meş, grev, vedana konan û danîna standan û çalakiyên wiha hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de tê îdiakirin ku bi armanca “prensîbên sereke yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêlibergirtina tawanan û parastina maf û azadiyên xelkê, rêlibergirtina bûyerên civakî û terorê” biryara qedexeyê hatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst