Li Silêmaniyê otomobîlek hate bombebarankirin: Kuştî hene

28-07-2023
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derdora gundê Rengîneyê yê devera Şarbajêrê ya Silêmaniyê otomobîlek hate bombebarankirin.

Rêveberê nahyeya Zelanê got, “4 kesên di otomobîlê de canê xwe ji dest da.”

Qaymeqamê navçeya Çiwartayê ya devera Şarbajêr Şaho Osman ji Rûdawê re ragihand, li gundê Rengîneyê danê êvarê otomobîlek hate bombebarankirin.

Rêveberê nahyeya Zelanê Selam Omer jî ji Rûdawê re anî ziman, “4 kes di wê otomobîlê de bûn û hemûyan canê xwe ji dest da.”

Qaymeqamê navçeya Çiwartayê her wiha diyar kir ku ji ber bombebaranê agir bi herêmê ketiye.

Şaho Osman li ser ziyanên canî û nasnameyên kesên ku canê xwe ji dest daye got:

“Heta niha ti tişt ne zelal e. Hêzên Parastina Sivîl, tîmên tenduristî û ewlehiyê ber bi sînor ve hatine şandin û wan dest bi xebatan kiriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst