Cizîr: Cenazeyê ciwanê ku ketibû Çemê Dîcleyê hat dîtin

16-11-2022
RÛDAW
Nîşan Çemê Dîcleyê Cizîr Servet Şîmşek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê cenazeyê ciwanê bi navê Servet Şîmşek ku ketibû Çemê Dîcleyê hat dîtin.

Li gor zanyariyan îro 16ê Mijdara 2022an ciwanê bi navê Servet Şîmşek ket Çemê Dîcleyê û piştî demekê winda bû.

Li ser agahdarkirinê Tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez(AFAD) çûn cihê bûyerê û cenazeyê Şîmşek li nêzîkî pira kevin a Cizîrê ji çem derxistin.

Hat ragihandin cenazeyê ciwanê navborî ji aliyê tîmên tendirustî ve bo karûbarên otopsiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hatiye birin.

Rêxistina Cizîrê ya Partiya Gel a Komarî (CHP)  derbarê bûyerê de li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kiriye û dibêje, “Me bi xemgîniyeke mezin zanî ku termê birayê me Servet Şîmşek ku di Çemê Dîcleyê de winda bibû, hatiye dîtin. Em ji Xwedê rehmetê bo birayê xwe yê ciwan dixwazin û sersaxiyê ji malbat, meriv û hezkiriyên wî re dixwazin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst