Baroya Şirnexê ji bo Mala Dengbêjan doz vekir

21-09-2023
RÛDAW
Nîşan Mala Dengbêjan Cizîr Baroya Şirnexê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qeyûma Şaredariya Cizîrê, Mala Dengbêjan dewrî Rêveberiya Perwerdeyê ya Cizîrê kiriye û Baroya Şirnexê li dijî vê yekê doz vekir.

Qeyûma Şaredariya Cizîrê Nazlî Demîrê, 7ê Tebaxê “Mala Dengbêjan” (Qesra Mihemed Axa) ku milkê Şaredariya Cizîra Botanê ye dewrî Rêveberiya Perwerdeyê ya Cizîrê kir.

Baroya Şirnexê jî bi daxwaza rawestandina wê biryarê doz vekir.

Doz li Dadgeha Mêrdînê hatiye vekirin.

Baroya Şirnexê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wan li hemberî wê biryarê li Dadgeha Mêrdînê doz vekiriye û ew dixwazin ew biryar bê rawestandin û nekeve warê bicihkirinê.

"Dê bikeve xizmeta beşeke civakê"

Baroya Şirnexê li ser hesabê xwe wiha nivisiye:

“Qesra Mihemed Axa sala 2015an wekî Mala Dengbêjan li navçeya Cizîra Botan dest bi xebatê kiriye.

Şaredariya Cizîrê 7ê Tebaxa 2023yan ev cih radestî Dibistana Amadeyî ya Hunerên Ciwan kiriye.

Qesra Mihemed Axa şûnwarekî dîrokî yê sedsala 19an e. Berî çend salan Şaredariya Cizîrê restore kir.

Mala Dengbêjan yek ji cihên geştyariyê yên girîng e. Di vê çarçoveyê de eger ev cih radestî Dibistana Amadeyî bê kirin dê wekî navendeke geştyariyê nemîne.

Xelk dê nikaribe here serdana wir û dê bikeve xizmeta beşeke civakê.

Bi armanca ku em rê li ber vê rewşa neyasayî bigirin me wekî Baroya Şirnexê li Dadgeha Mêrdînê ji bo hilweşandina wê biryarê doz vekir û em dixwazin ev biryar nekeve warê bicihkirinê.”

Qesra Mihemed Axa 300 sal berê hatiye avakirin.

Ew qesra dîrokî ji aliyê şaredariya Cizreyê ji nû ve hatibû restorekirin û ji sala 2015an ve wekî “Mala Dengbêjan” dihat bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst