Li Şirnexê qeza: 5 kes birîndar bûn

26-09-2023
Nîşan Şirnex Cizîr Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 5 kes birîndar bûn.

Şevê din li navçeya Cizîrê, li ser cadeya Orhan Doganê otomobîlek û kamyonetek li hev qelibîn.

Di bûyerê de 5 kesên di otomobîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Selahattin Cîzrelîogluyê.

Rêya ku derdora demjimêrekê ji çûn û hatinê re hat girtin, piştî ku otomobîlên li hev qelibîbûn hatin rakirin, dîsa hat vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst