Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Emşatê alîkariyên mirovî ji Kurdan distînin.
Çekdarên grûpa Siltan Silêman Şahê, bi fermandariya Mihemed el-Casimê ku wekî Ebû Emşe tê naskirin alîkariyên mirovî ji Kurdan distînin.
Çavkaniyeke taybet a ji herêma Efrînê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir ku Komeleya Biharê alîkariyên mirovî dane 450 malbatên li nahiyeya Şiyê û çend gundên wê.
Heman çavkaniyê diyar kir ku komeleya navborî, wekî alîkariyê 150 dolar jî dane wan malbatên ku piraniya wan Erebên hawirde ne.
Herwiha çend malbatên Kurd jî di ev alîkarî wergirtiye.
Piştî ku alîkarî gihaye malbatên Kurd, çekdarên Emşatê çûne malên Kurdan û wan ji her malbatekê 50 dolar standine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse