Polîsên serbazî li gundewarê Efrînê welatiyekî sivîl kuşt

16-07-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Efrîn Polîsên Serbazî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê welatiyekî sivîl aliyê polîsên serbazî yên girêdayî Tirkiyê ve hat kuştin.

Li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin diyar dikin ku polîsên leşkerî yên ser bi hêza bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” ya ser bi Tirkiyê ve, li gundê Stêr ê ser bi bajarê Efrînê, teqe li welatiyekî sivîl kir û di encamê de ew welatî hate kuştin.

Heman zanyarî diyar dikin kuştina wî welatiyê sivîl di demekê de bû ku çekdarên Polîsên Leşkerî digirte ser malekê û welatiyê sivîl ê bi navê Xalid didine ber guleyan û di cih de tê kuştin.

Dagirkirina Efrînê

Di 18ê Adara 2018an de herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiye hat dagîrkirin.

Ji roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst