Li Şingalê bombebaran

16-05-2023
RÛDAW
Nîşan Şingal Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balafireke bê firokevan beriya kêliyekê Komelgeha Xanesorê li Şingalê bombebaran kir.

Li gor agahiyan, dronekê avahiyek li navenda Komelgeha Xanesorê kiriye armanc.

Nûçegihanê Rûdawê li herêmê ragihand, ku du caran li ser hev navenda bajarokê Xanesorê hatiye bombebarankirin.

Derbarê zirarên muhtemel de hêj ti zanyarî nehatine bidestxistin.

Herwiha hêj nayê zanîn ku dron a kîjan welatî bûye. Lê belê navçeya Şingalê berê çendîn caran ji aliyê Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin.

Li aliyekê din, medyayên nêzîkî PKKê ragihandine, ku dorneke keşfê li ser esmanê Kampa Penaberan a Mexmûrê digere, lê hêj ti agahî têkildarî êrîşa ser kampê nehatiye belavkirin.

Komelgeha Xanesorê ser bi nahyeya Sinûnê ve ye ku dikeve qezaya Şingalê. Sinûnê dikeve bakurê rojavayê Şingalê û li sînorê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê nêzîk e.

Rêvebirê Nahyeya Sinûnê yê bi wekalet, Xudêda Çukê derbarê êrîşa îro ya li Xanesorê de ji Rûdawê re ragihand: “Beriya demjimêrekî, Tirkiyê dever bombebaran kir, şahidên bûyerê gotin ku nêzîkî navendeke Polîsan hatiye armanckirin. Lê heta niha ti birîndar nerakirine nexweşxaneya Sinûnê.”

Xudêda Çukê herwiha diyar kir: “Ew cihê hatiye armanckirin, nêzîkî navenda polîsan a Xanesorê ye û navenda polîsên Iraqê ye.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst