HDP û YSP ji encamên Şirnexê nerazî ne

16-05-2023
Heyder Doskî
Hevserokê Şaxa Cizîrê ya HPDê, Mesut Nart
Hevserokê Şaxa Cizîrê ya HPDê, Mesut Nart
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Şirnex YSP HDP AK Partî CHP
A+ A-

Şirnex (Rûdaw) - Li Şirnexa Bakurê Kurdistanê YSPê 3 kursiyên parlamentoya Tirkiyê bi dest xistin, AK Partiyê jî kursiya çarem bidest xist. CHPê 21 hezar deng bi dest xistin, lê nekarî ti kursiyekê bi dest bixe.

Nûçegihanê Rûdawê Heyder Doskî li Şirnexê di nava alîgir û piştevanên Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) de ye, Hevserokê HDPê yê Cizîra Şirnexê jî li wê derê ye. Rayedar û alîgirên HDPê û YSPê yên Şirnexê ji encamên parêzgeha xwe nerazî ne.

HDP ku bi partiya xwe ya alternatîv YSPê re tevli hilbiajrtinan bû, hewl dida ku her çar kursiyên Şirnexê ji xwe re misoger bike, lê encamên ku Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) ragihandin, tiştekî din dibêjin, 3 kursî ji bo YSPê û kursiyek jî ji bo AK Partiyê.

Hevserokê Şaxa Cizîrê ya HPDê, Mesut Nart ji Rûdawê re ragihand, ji ber ku wan kursiya çaremîn bi dest nexistiye dilgirane û dibêje, divê em karên baştir bikin.

Ew rayedarê HDPê herwiha got: “Ti kes û ti herekest di cihê xwe naxwaze bijmêre, dixwaze ku herdem pêş ve biçe. Dil û hedef ew bû ku li herêma Şirnexê em her çaran bidest bixin, bidestnexistina me ya her çar kursiyan bi hîle û plan û tevgera ku sêstemê li hember gelê Kurd kir bû, sedema herî mezin ev e.”

Di hilbijartinên sala 2018an de zêdeyî 238 hezar kesan li Şirnexê mafê wan ê dengdanê hebû, lê vê carê hejmara wan kesên xwedî mafên dengdanê gihîşt 326 hezar kesan, wate 88 hezar kes zêde bûn.

Di hilbijartinên vê carê de dengê CHPê jî zêde bû û zêdeyî 21 hezar deng misoger kirin, lê nekarî kursiyan bidest bixe.

Serokê Şaxa CHPê ya Şirnexê, Osman Yeren ji Rûdawê re ragihand: “Me dengên xwe sê qat zêde kirine, çar qat zêde kirine. Ew jî ji bo me û milletê Şirnexê tiştekî baş e, me dixwest zêdetir be, lê belê milletê me wisa biryara xwe daye, em jî rêzê nîşan didin. Milletê me çi biryarê bide, em li pişt biryara milletê xwe ne.”

Ev bû sêyem hilbiajrtinên li pey hev ku AK Partiyê li Şirnexê kursiyek qezenc kiriye. Li gor hilbijartina sala 2018an jî nêzî 16 hezar dengên wan zêde bûye, lê ew bixwe dibêjin ku çavê wan li dengên zêdetir bû.

Serokê Şaxa AK Partiyê ya li Şirnexê, Îbrahîm Halîl bi destxistina kursiyê kêfxweş e û spasiya xelkê Şirnexê dike. Îbrahîm Halîl ji Rûdawê re dibêje: “Hêviya me di esas de ew bû, em dixwest em her çar parlamenteran jî bidest bixin, lê belê di demokrasiyê de tiştên wiha çêdibin. Ev biryara ku gel daye û em spasiya milletê xwe dikin.”

Li gor daneyan, di hilbiajrtinên 14ê Gulana 2023 de li Şirnexê rêjeya beşdariya xelkê di dengdanê de nêzîkî ji sedî 85 bûye, lê belê ti guhertin di dabeşkirina kursiyên parlamenteriyê de nekir. Berê jî HDPê li Şirnexê 3 kursî û AK Partiyê kursiyeke parlamentoyê hebû.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst