Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewropayê li ser hilbijartinan axivîn

16-04-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Thomas Seiler Hilbijartin Parlamentoya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Îraqê Thomas Seiler û şandeya pê re qebûl kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku her du alî li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê axivîne.

Nêçîrvan Barzanî û Thomas Seiler destnîşan kir ku hilbijartin ji bo meşrûbûn û nûbûna pêvajoya demokratîk girîng in.

Seiler ji ber hewlên wî yên ji bo encamdana hilbijartinan û çareserkirina pirsgirêkan spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Li hêla din, “pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê” û “gavên ji bo çareserkirina pirsgirêkan” hatin nirxandin.

Thomas Seiler jî behsa hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Îraqê re yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan kir.

Barzanî û Seiler nêrînên xwe yên li ser rûdanên dawiyê yên li herêmê û bipêşvebirina pêwêndiyên Yekîtiya Ewropayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re anîn zimên.

Her du aliyan da zanîn ku divê aştî û aramiya li herêmê were parastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst