Li Qersê piştî zivistana dijwar xweza bi rengên biharê xemilî

16-04-2023
RÛDAW
Nîşan Qers Xweza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qamûşanê ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê li Geliyê Kewan piştî zêdebûna pileya germê berf dihele û ava wê diherike çeman.

Li navçeya Qamûşanê ku bilindahiya wê ji asta deryayê 2 hezar û 200 metre ye, piştî baran û berfa hefteya borî pileya germê zêde bûye û kûlîlkên mizgîniya biharê vebûne.

Li Geliyê Kewan bi helîna berfê sûlav herîkîn û xweza bi rengên biharê xemilîn.

Parêzgeha Qersê yek ji wan parêzgehan e ku zivistana wê dijwar derbas dibe û li gelek deverên wê her çar demsal bi hev re tên dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst