Li Qersê qîra germ bi ser 3 karkeran de rijiya

10-08-2023
RÛDAW
Nîşan Qers Qîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê di tesîseke kar a şaredariyê de qîra germ bi ser 3 karkeran de rijiya û her sê şewitîn.

Li taxa Paşaçayirê ya Qersê li tesîseke kar a şaredariyê qîra germ bi ser karkerên bi navê Saldiray Ozşimşek, Ahmet Kaya û Hakan Suekinci de rijiya û her sê karker jî şewitîn.

Karkerên ku qîra germ bi ser wan de rijiya 45, 35 û 39 salî ne.

Karkerên ku beşeke zêde ya bedena wan şewitî, bi ambulansan veguhestine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kafkasê.

Kaya û Suekinci yên ku bedena wan bi asta "pileyan 2yan" şewitiye ji wir jî veguhestine Nexweşxaneya Bajêr ya Erzeromê û li wir tên dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst