Rewşenbîrên Kurd derbarê Selîmî de nameyek arasteyî Seroka Parlamentoya Kurdistanê kirin

16-04-2020
RÛDAW
Nîşan Mehdi Zana Mistefa Selîmî Konê Reş Pêşmerge Kurdistan Serokatiya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmareke rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskarên Kurd, derbarê Mistefa Selîmî de nameyek arasteyî Seroka Parlamentoya Kurdistanê kirin.

Rewşenbîr û nivîskarên Kurd, Mehdi Zana, Kone Reş, Veman Linevai, Özzengin Şeyhmus û Laleş Qaso, derbarê girtiyê Kurd Mistefa Selîmî de ku çend roj berê ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû darvekirin, nameyek arasteyî Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayeq kirin.

Ew rewşenbîrên Kurd di wê nameya bi sernava ‘Edalet ji bo Şehîd Mistefa Selîmî’ de diyar dikin, “Birêz Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayeq, wek ku cenabê te jî dizane, Mistefa Selîmî yê ku wek endam û pêşmergeyekî PDK a Rohilatê Kurdistanê bû, di nîsana sala 2003an de ji bal pasdaran ve hatibû girtin û li girtîgeha Seqizê bi cih bûbû, Mistefa Selîmî piştî 17 salan, di 17ê meha adara sala 2020an de ji girtîgehê direve Başûrê Kurdistanê û li bajarokê Penciwînê xwe teslîmî asayişê YNKê dike.”

Herwiha di nameyê de tê gotin, “Mistefa Selîmî piştî ku li herêma Silêmaniyê rojekê binçav dimîne, ji bal heman asayişê ve, sed mixabin radestî pasdarên Îran dibe û pasdar jî di demeke kurt de, bi cezayê sêdarê dawiyê li jiyana vî mêrxasê Kurd tînin!”

Rewşenbîrên Kurd tekez dikin, “Sosreteke mezin e ev! Bêbextî û xiyanet e. Navê vê welatkujî ye. Pêşmerge welat e û welatkujiyê rûda ye! Miletê Kurd xemgîn, welat xemgîn, Kurdistan xemgîn e!”

Herwiha di naemyê de tê gotin, “Em wek ronakbîr, pêzan û rêzanên, alîgir û dilxwazên doza Kurd û Kurdistanê, vê xiyaneta mezin şermezar dikin, ji cenabê Seroka Parlamentoya Kurdistanê bi dilekî şikestî daxwaza ku bi hemû hêza xwe ve li ser vê karesata kesnedîtî raweste, asas berpirsên karesatê derxîne holê û teslîmî edalet û yasayên Kurdistanê bike!”

Roja Şemî 11ê Nîsana 2020, girtiyê siyasî yê Kurd bi navê Mistefa Selîmî ji Rojhilatê Kurdistanê, ku ji girtîgeha bajarê Seqizê reviyabû, ji aliyê hikûmeta Îranê ve hat bidarvekirin.

Li gor hin zanyariyên ku hatine belavkirin û herwiha daxuyaniyên endamên malbata wî, Mistefa Selîmî karîbû xwe bigihîne navçeya Pêncwênê li Başûrê Kurdistanê, lê belê ji aliyê Asayişa Pêncwênê ve hatibû desteserkirin û radestî hêzên Îranê hatibû kirin.

Herwiha îddîayên radestkirina bo rejîma Îranê û darvekirina wî, li nav raya giştî ya Kurd de gelek karvedan bi xwe re anîn û rastî nerazîbûneke mezin hat.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû, ku ew agahdarî radestkirina Mistefa Selîmî nebûne.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil diyar kiribû, ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar daye têkildarî bûyera radestkirina wî girtiyê siyasî yê Kurd komîteyek ji bo lêkolînê were pêkanîn.

Berpirsên rejîma Îranî li parêzgeha Sinê jî red kirin ku Mistefa Selîmî li Başûrê Kurdistanê hatibe desteserkirin û îddîa kiribûn, li gundekî ser bi Banê ve, ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve hatiye desteserkirin.

Li aliyekê din Rêveberiya Giştî ya Asayişa Silêmaniyê di daxuyaniyekê de red kiriye ku hêzên wan Mistefa Selîmî radestî Îranê kiribin û daye xuyakirin, ku ti kes bi vî navî derbasî sînorê Silêmaniyê nebûye.

Lêbelê Kawa Kirmanşanî, yek ji berpirsên Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihandibû, di dawîn hevdîtina li gel kurê xwe de rojek berî darvekirinê, Mistefa Selîmî ji kurê xwe re diyar kiriye, ‘piştî ku ji zindanê reviyam, min xwest xwe bigihînim Başûrê Kurdistanê, lêbelê asayişa Pêncwînê ez girtim û radestî Îranê kirim’.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst