PAK, PSK û TDK-TEVGER: Em jenosîda Helebceyê ji bîr nakin

16-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Her sê partî û tevgerên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê, Partiya Azadîya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) derbarê kîmyabarana Helebceyê de daxuyanîyek hevbeş dan û tê de dibêjin “Divê 16ê Adarê wekî jenosîda gelê kurd were pejirandin.”

PAK, PSK û TDK-TEVGER bi boneya 35emîn salvegera komkujiya Helebceyê daxuyanîyek hevbeş dan û ragihandin ku wan komkujiya Helebceyê ji bîr nekirine û dê ji bîr nekin.

Ew tevger û partî komkujiya Helebceyê weke “kiryareke gemarî û tawaneke li dijî mirovahiyê” pênase dikin û dibêjin: “Jenosîda Helebceyê yek ji bûyerên xembar e, ku di meha adarê da qewimîne.”

Ev jî daxuyanîya hevbeş a sê partî û tevgerên Bakurê Kurdistanê ye:

“Divê 16ê Adarê wekî jenosîda gelê Kurd were Pejirandin!

Meha Adarê di dîroka Kurdistanê da mehek gelek girîng e û bi gelek bûyerên xweş û nexweş, serhildan û berxwedanan ve tije ye. Meha Adarê bi bûyereka dilêş destpê dike û bi bûyerekê dilêş jî temam dibe.

Mela Mistefa Barzaniyê nemir di 1ê Adarê de çûyê ber dilovaniya xwedê û Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî jî di dawiya meha Adarê de, ji aliyê Dewleta Îranê ve hatine bidarvekirin.

Jenosîda Helebceyê yek ji bûyerên xembar e, ku di meha adarê da qewimîne. Jenosîda Helebceyê herwisa kiryareke gemarî û tawaneke li dijî mirovahîyê ye.

Rejîma faşîst û nîjadperest a Beasê, di heyama şerê Iraq û Îranê de, di 16ê Adara 1988an de, bi çekên kimyewî êrîşî bajaroka Helebceyê kirin û bi çekên kimyewî bêtirî 5 hezar Kurd şehîd û bi hezaran Kurd jî birîndar kir.

Rejîma Beas a xwînwar, jenosîda Helebceyê wekî beşeke şerê Îran û Iraqê pênase kir. Lê di rastiyê de ev jenosîd, beşek ji Operasyonên Enfalan bû ku rejîma nijadperest a Beasê ji bona jenosîda Kurdan amade kiribû.

35 sal di ser jenosîda Helebceyê re derbas bû. Lê belê, birina Helebceyê hê cebar nebûye, xwîn jê tê.

Bandorên xirab ên vê jenosîdê li jîngeha Helebceyê û derdorê vî bajarî, li ser derûniya qurbaniyan hê jî berdewam in. Belê rast e, hinek berpirsên jenosidê hatine dadgehkirin, lê belê hemû tawanbar, bi taybetî dewleta dagirker, nehatine dadgehkirin.

Îro jî piştî 35 salan, dewleta Iraqê û berpirsên rejîma Beasê û dewletên ku alîkariya rejîma Beasê kirine, di dadgehên navnetewî de nehatine dadgehkirin. Hikumeta Iraqê, heya niha biryara mahkemeyê ku qetlîema Helepbceyê wekî tawanê mirovî destnişan kiriye, cîbicî nake û serî li dadgehên navnetewî nade.

Heya îro hikumatên Iraqê, bona çareser kirina pirsgirêkên derûnî, civakî, sexlemiyê û jîngehê, ku iro jî berdewam in û wê bi salan berdewam bibin, karên pêwist nekiriye. Îro jî Netewên Yekbûyî guhê xwe nade daxwaza Kurdan ku dixwazin 16ê Adarê ku roja qetlîema Helebceyê ye, wekî roja xebata li dijî çekên kimyewî û piştgirî li gelê Kurd were îlankirin.

Em careke din jenosîda Helebceyê bi tundî şermezar û protesto dikin.

Banga Hikûmeta Herêma Kurdistanê, partî û rêxistinên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dikin, da ku bona dermankirin û pêçandina birînên Helebceyê û bona dadgehkirina nokerên herêmî, ku şirîkên qetlîamê bûne, bi hevra kar bikin.

Banga aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dikin ku di proseya beşdarîkirina Hikûmeta Merkezî de li ser daxwazên xelkên Helebceyê pêgir bin.

Ji bona ku birîna Helebceyê bi temamî bikewe, divê hemu partî û rexistinên siyasî û sîvîl ên seranserê Kurdistanê xebat bikin, da ku 16ê Adarê ji aliyê Netewên Yekbûyî ve wekî Roja Jenosîda Gelê Kurd bi fermî were pejirandin û berpirsên vê jenosidê û alîkarên wan yên derve, di dadgeha navnetewî da werin darizandin. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşengiya karên hanê yên pîroz û dîrokî bike.

Hezar silav li ruhê pak ê şehîdên Helebceyê. Em Helebceyê ji bîr nakin û em nahelin bê ji bîr kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst