Kahtali Miçê li bajarê xwe Semsûrê hat definkirin

16-02-2025
RÛDAW
Nîşan Kahtali Miçê Semsûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê navdar ê Kurd Kahtali Miçê li bajarê xwe Semsûrê hat definkirin.

Kahtali Miçê yê ku navê wî yê rastî Mustafa Aslan bû, li nexweşxaneyekê li Antalyayê koça dawî kir.

Mirovên Kahtali Miçê cenazeyê wî piştî merasîma li Goristana Bajêr a Uncaliyê ya Antalyayê veguhast "Navenda Çandê ya Kahtali Miçê" ya li navçeya Kolikê ya Semsûrê.

Di merasima li wir de ji mirov û hezkiriyên wî hat xwestin ku heqê xwe lê helal bikin û her wiha Qurana Kerîm hat xwendin, dia hatin kirin.

Alîkarê Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Ahmet Aydin di merasimê de axivî û got, "Em xemgîn in, me nirxekî xwe yê mezin ji dest da."

Parêzgarê Semsûrê Osman Varol jî rehmet li Mustafa Kahtali anî û û wiha got:

"Em di rojeke dijwar de li cem hev in. Em spasiya hemû kesî dikin ku di vê roja dijwar de em bi tenê nehiştin."

Keçka Kahtali Miçê ya bi navê Venda Kahtali jî ji ber mirina bavê xwe li ber xwe ket û wiha got:

"Bavê min ji bilî vê axa ku ji dayik bû, xema vê erdnigariyê û kêfxweşiya xwe bi stranên xwe anî ziman.

Ew yek ji navên girîng ên bîra civakî bû. Ez ne wekî keça wî, wekî keseka ku wî nas dike bi şanazim."

Cenazeyê Miçê li Goristana Şaredariya Karşiyakayê ya Kolîkê hat definkirin.

Kahtali Miçê sala 1953an li navçeya Kolikê ya Semsûrê ji dayik bû, di jiyana xwe ya hunerî ya 57 salan da 19 albûm derxist û 5 sal berê bi biryara dadgehê paşnavê xwe yê "Aslan" wek "Kahtali" guhert.

Ji ber ku stranên Kurdî gotin di Adara 1980yî de ji karmendiya dewletê hat avêtin û ji Semsûrê bo parêzgeha Sêwazê hat sirgûnkirin.

Di dema derbeya Îlona 1980yî de ji ber stranên Kurdî hat girtin û meh û nîvekê şkence dît.

Piştî dadgehkirinê salek û 6 meh ceza lê hat birîn û 11 mehan di girtîgehê de ma.

Zewiciye û 4 zarokên wî hene. Navên du zarokên wî Şivan û Berîvan in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst