Îranê li ser êrişên xwe daxuyanî da!

16-01-2024
Nîşan Wezareta Karên Derve ya Îranê Hewlêr Êriş Daxuyanî Hizbullah Davası
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Derve ya Îranê, li ser êrişên Supaya Pasdaran a Îranê daxuyaniyek belav kir.

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî bi mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir.

Wezareta Karên Derve ya Îranê îdia kir ku wan “ji bo parastina ewlehiya welatê xwe” ev êriş kiriye û got:

“Pêngavên leşkerî yên Îranê yên li dijî terorîstan, parastineke bihêz a ewlehiya welatê me bûn.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî îro daxuyaniyek belav kir.

Kenanî di daxuyaniya xwe de îdia kir ku “Ew êriş beşek in ji cezayên adil ên Îranê yên li hemberî binpêkirina ewlehiya welat” û berdewam kir:

“Îran tim û daîm piştgiriyê dide aştî, ewlehî û aramiya herêmê û rêzê li serweriya hemû welatan digire lê ji bo bersivdayîna çavkaniyên gefên li ser ewlehiya welat, parastina welatiyên xwe û cezakirina tawanbaran dudiliyê nake.”

 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:

“Dijmin bi şîrovekirineke xelet meyla xwe daye tawanên li hemberî gelê Îranê û Komara Îslamî ya Îranê.

Komara Îslamî jî bi şiyana xwe ya zêde di operasyoneke hûr û biarmanc de baregehên tawankaran destnîşan kirine û ev baregeh bi mûşekên dûrhêvêj kirine hedef.

Ev pêngav beşek in ji bersivên Komara Îslamî yên li hemberî wan kesên ku li dijî ewlehiya welat û welatiyên wê gavan diavêjin.”

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Jîneya ku di êrişa Îranê de hat kuştin 25ê vê mehê dê bibûya yek salî.

Li aliyê din, dronek li Pîrmamê û yek ji Behirkeyê hatin xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Zanyariyan Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina asmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Dijeterora Kurdistanê jî ragihand, sê dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Îro demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqîyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst