‘Li şûna Daristana Bahçelî, Daristana Tahîr Elçî’

16-01-2022
RÛDAW
Nîşan Daristana Bahçelî Daristana Tahîr Elçî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li beramber çêkirina daristaneke bîranînê bi navê Serokê Tevgera Netewperest Devlet Bahçelî nerazîbûn nîşan da û got: “Kesên xatirê wan li ba me nebe, daristana bîranînê qet nabe.” Mizrakli tekez dike ku eger daristanek li wir bê çêkirin ew dê navê wê bikin daristana bîranînê ya Tahîr Elçî.

Xelk û saziyên sivîl nerazî ne

Nerazîbûnên li beramber çêkirina daristaneke bîranînê bi navê Serokê Tevgera Netewperest a Tirkiyê Devlet Bahçeli berdewam in ku biryar e ew daristan li Çiyayê Kirklar ê parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bê çêkirin. Ev di demekê de ye di serî de xelkê navçeyê, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî nerazîbûnan li beramber çêkirina wê daristanê pêşan didin.

Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm hatibû danîn û niha di girtîgehê de ye, derbarê çêkirina wê darsitanê de li ser hesabê xwe yê medya civakî Twiterê peyamek belav kir û nerazîbûn nîşan da. 

`Daristana bîranînê ya Tahîr Elçî`

Mizrakli di wê peyama xwe de dibêje: “Dê li Amedê daristana bîranînê ya Bahçelî bê çêkirin. Kesên xatirê wan li ba me nebe, daristana bîranînê qet nabe. Eger hinek dar bên çandin em dê ji wê derê re bo bîranîna Tahîr Elçî bibêjin daristana bîranînê a Tahîr Elçî.”

Selçuk Mizrakli di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019ê de li ser lîsteya HDPê li Amedê ji sedî 62ê dengan bidesxistibûn û bûbû Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Mizrakli di 19ê Tebaxa 2019ê de ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve ji erkê xwe hatibû dûrxistin û piştre li şûna wî qeyûm hatibû danîn, piştre di 21ê Cotmeha 2019ê de bi hincetên siyasî hat girtin û heta niha di girtîgehê de ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst