Li Rihayê traktorek ket coya avê: Miriyek û birîndarek

05-11-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyeyê yê parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, traktorek qulibî coya avê û kesekî canê xwe ji dest da û kesek birîndar bû.

Li gundê Qeynterê yê Xelîliyeyê traktora ku Mehmet Yalçin şofêrtiya wê dikir ji rê derket û qulibî coya avdanê ya Riha-Mêrdînê.

Di encama bûyerê de Mehmet Yalçin canê xwe ji dest da û kurê wî Alî Yalçin jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman Alî Yalçin veguhest nexweşxaneyê, dermankirina wî li nexweşxaneyê berdewam e.

Traktora ku ket coya avê bi alîkariya makîneya kar hat derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst