Li Dêrsimê gundî ji neçarî ava qirêj bikar tînin

15-12-2021
Ali Haydar Gozlu
Gundî daxwaza çareseriyê dikin
Gundî daxwaza çareseriyê dikin
Nîşan Dêrsim Av Qirêj Muxundu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Muxundu ser bi navçeya Mazgêrtê ya Dersîma Bakurê Kurdistanê niştecîhên du taxan ji ber nebûna elektrîkê bê av mane û ji neçarî bi ava qirêj xwe dişon û bo firaq û cilan jî  bikartînin.

Li taxên Gaz û Davan yên gundê Muxunduyê av bi dînemoyê dihat kişandin û ligel ku nîştecîhên taxan di dema wê de pereyên av û elektrîkê dane lê tê gotin dîsa jî ji ber dînemo zêde elektrîkê xerc dike ji aliyê rêveberiya elektrîkê hatiye qûtkirin.

Nîşteciha gundê Muxundu Gulten Aktaş “Ji me re bibin alîkar, ava me tine. Em ava çemûrê tînin vedixwin, didin dewarên xwe. Mi av da golika xwe, golika min pê mir. Rewşa me rind nîne. Ji me re çareseriyek bibînin.”

Niştecihên gund dibêjin deynê elektrîka dînamoya her du taxan ku qereqola Cendermeyan ya gund jî ji vê avê werdigre gihiştiye nêzîka 6 hezar dolaran û ew nikarin vî pereyî bidin.

Nîştecihê gundê Muxundu Dogan Aktaş “80 hezar lîre deynê pompa me heye. Muxtar pere ranezandiye, TEDAŞê elektrîka me biriye. Em niha vê avê bikar tînin. Ev av jî hemû nexweşî ye. Di canê min de nexweşî derket.”

Niştecihên her du taxan ku bi giştî 30 mal lê hene piraniya wan kesên bi temen in û neçar dimînin ji kaniya gundekî din yê 4 kîlometre dûrî wan ava vexwarinê bînin.

Nîşteciha gundê Muxundu Serpil İlarslan “Ez nexweş im, çavên min nabînin, qet nikarim herim avê. Kes tune here ji min re avê bîne. Diya min nexweş e.”

Nîşteciha gundê Muxundu Gullu Yildirim “We jî dît, şillî ye, dewarên me hene, berava me heye, çi hebe li ser vê avê ye. sibê dusibe dê berf bibare dibe çamûr, em nikarin vê avê jî bibin. 3 meh e em bê av in, av tine.”

Li gor îdîayên gundiyan bi fermana Qeymeqamê Mazgêrtê tankêrên avê yên şaredariya Akpazarê ji qereqolê re avê tînin û ev bi xwe bê av mane. Qeymeqamê Mazgêrtê derbarê mijarê de ragihandiye ku ewê nîvê deynê elektrîkê bidin lê divê nîştecihên gûnd jî nîvê din bidin. Lê welatî dibêjin ew hêza wan nîne ku vî pereyî bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst