Artêşa Tirkiyê sînorê Eyn Îsa û Til Temirê topbaran kir

15-07-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava Til Temir Eyn Îsa Topbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve derengiya şeva derbasbûyî sînorê navçeyên Eyn Îsa û Til Temir li Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ragihandiye ku artêşa Tirkiyê navenda bajarokê Eyn Îsa, gundê Mişêrfê û derdora rêya M4 a navdewletî daye ber topan.

Li gor daxuyaniya HSDê, di encama topbaranê de ziyan gihîştine malên xelkê.

Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, artêşa Tirkiyê bi awayeke hemwext gundê Tewîla yê ser bi bajarokê Til Temirê ve jî topbaran kiriye.

Di derbarê ziyanên topbaranê de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Piştî ku di du mehên dawî de Tirkiyê gefa lidarxistina operasyoneke nû li dijî HSDê û navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de xwar, topbarankirina navçeyê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve gelek zêde bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst