Li Şirnexê îddîaya ‘Çawişekî pispor destdirêjî li zarokeke 10 salî kir’

15-07-2020
Mihemed Emin Demir
Nîşan Şirnex Çawişê Pispor Destdirêjî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz li hejmara xwe ya taybet li torên civakî peyamek belav kir û ragihand ku keçeke 10 salî rastî  destdirêjiya çawişekî pispor hatiye. Parêzgariya Şirnexê jî aşkere kir ku ew çawişê pispor ji kar hatiye dûrxistin.

Ridvan Uysal ku xelkê Şirnexê ye, derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand, “Şeva derbasbûyî derdora demjimêr 23.00 li Sîteya Şaranlar, keçeke 10 salî rastî destdirêjiya çawişekî pispor hat. Piştî qêrîna keçika biçûk xelk kom bû û ew çawişê pispor di otomobîla wî de girt. Polîsê ku çû cihê bûyerê jî ew çawişê pispor ji destê xelkê derxist.”

Uysal aşkere jî kir ku xelkê nerazîbûn nîşanî bûyerê de û ziyan gihande otomobîla çawişê pispor.

 

 

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz jî li ser hesaba xwe ya Facebookê vîdyoyeke derbarê bûyerê de belav kir û got, “Şeva derbasbûyî zarokeke 10 salî rastî destdirêjiya çawişekî pispor hatiye. Dema zarok radizên bê dengî dibe, ne ku dema rastî destdirêjiyê tên. Em dest jê bernadin, bêdeng nabin.”

Herwiha nerazîbûna xelkê li hember vê bûyerê berdewam e û îro, 15.07.2020, li navenda bajarê Şirexê hejmareke xelkê kom bûn ku wê bûyerê şermezar bikin, lêbelê hêzên polîs rê nedan meşa xelkê û Rêveberê Emniyata Şirnexê jî diyar kiriye ku ew dê bûyerê bişopînin.

Li Twitterê jî bi hashtaga ‘#susmaşirnak’(Bêdeng nemîne Şirnex) xelkê nerazîbûna xwe li hember destdirêjiya li dijî zaroka 10 salî nîşan dan.

Ferhat Encu, Parlamenterê berê yê HDPê û endamê Meclîsa Partiyê, li hejmara xwe yan Twitterê, vîdyoya şahidhalekî bûyerê belav kir.

 

 

Herwiha Parêzgariya Şirnexê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, roja 15.07.2020 derdora demjimêr 01.00 ew hatine agahdarkirin, li Taxa Yenî kesekê ku bi tevger û reftarên xwe nearamî dirûst kiriye, ji aliyê hemwelatiyan ve hatiye derpkirin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê, hêzên polîs piştî bûyerê gihiştine cihê bûyerê û ew çawişê pispor ê bi navê A.A ku “zêde alkol vexweribû û nearamî pêk anîbû” desteser kirine.

Her di wê daxuyaniya parêzgariya Şirnexê de hatiye, ji aliyê Serdozgeriya Komarî ve lêpirsîn derbarê wî kesî de hatiye destpêkirin û “ji ber selametiya lêpirsînên edlî û îdarî kesê navborî ji erka xwe hatiye dûrxistin.”

Li aliyê din li gor zanyariyan, hêzên emnî dest danîne ser dîmenên derbarê bûyerê de.

Baroya Şinexê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku bûyera destdirêjiyê ku roja 14.07.2020 demjimêr 23.00an li dijî zaroka bi navê H. rû da, ji nêzîk ve hatiye şopandin û “hewl hatiye dayîn ku beyanên mexdûr, şahidhal û delîlên kamerayan bikevin nav dosyeyê.”

Baroya Şirnexê amaje bi wê kiriye, ji ber ku faîlê bûyerê karmendê dewletê bûye, “mexdûriya me zêdetir bûye.”

Baroya Şirnexê dûpat kiriye ku ew dê “li hember her êrişeke li dijî zarokan rawestin û ew dê ji bo ku bûyer bi her awayî zelal bibe ji nêzîk ve bişopînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst