Li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê baran û zîpik dibare

15-06-2023
Zozan Çetîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê, bo parêzgehên Qers, Erdexan, Agirî, Îdir, Erzerom û Erzîncanê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Gumuşhane, Bayburt, Ordu, Giresun û Artvin ên Tirkiyê hişyariya baran barîn û rabûna lehiyê da.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand ku tê pêşbînîkirin roja 15ê Hezîranê li parêzgehên Qers, Erdexan, Agirî, Îdir, Erzerom û Erzîncanê yên Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehênTirkiyê dê baraneke zêde bibare û herwiha dê beranbarîn heta 18ê Hezîranê dem dem berdewam be.

Pileyên germê jî li parêzgehên rojavayê Tirkiye 2-4 pileyan bilind dibin, lê li parêzgehên naverast û Bakurê Kurdistanê pileyên germê wek xwe dimînin.

Di heman demê de Saziya Keşnasiyê daxwaz ji welatiyan dike ku bo egera lehiyê, brûsk, zîpik û bahozê hişyar bin û tedbîrên pêwîst werbigrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst