Şanda Brîtanî ji Nêçîrvan Barzanî re got: Em piştgiriyê didin yekxistina Hêzên Pêşmerge

15-06-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Hêzên Pêşmerge Brîtanya Nêçîrvan Barzanî Marşal Martin Sammy Sampson
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê bi şandeke leşkerî ya Brîtanyayê re civiya. Şanda leşkerî ya Brîtanyayê di civînê de ragihand, aramî û ewlehiya Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo wan giring e û ew dê di piştevaniya xwe ya ji bo yekxistina Hêza Pêşmerge de berdewam bin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro 15ê Hezîrana 2023an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ofîsa xwe li bajarê Hewlêrê pêşwaziya Şandeke payebilind a leşkerî ya Brîtanyayê ya bi serokatiya Şêwirmendê Payebilind ê Brîtanyayê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê Marşal Martin Sammy Sampson û şandeke pê re kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, di civînê de Konsula Giştî ya Brîtanyayê ya li Herêma Kurdistanê Rosey Cave jî amade bûye.

Li gor daxuyaniyê, di covînê de rewşa emnî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê û çaksaziyên di Wezareta Pêşmerge de û hevkariyên hevbeş ên di warê ewlehiyê de hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de her du aliyan tekez li ser giringya serxistina peroseya yekxistina Hêza Pêşmerge û reformên di Wezareta Pêşmerge kirin û bal kişandine ser wê yekê ku divê ev proseye baştir birêve biçe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de ji ber piştevanî û hevkariyên wan spas û pêzanîna xwe pêşkêşî Brîtanyayê û welatên din ên dost kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, şanda Brîtanî di civînê de tekez kir ku aramî û ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo Brîtanyayê giring e û tekez kir, ew dê berdewam bin li ser alîkariyên xwe yên ji bo parastina aramiya Iraqê û Herêma Kurdistanê û serxistina proseya refoma di Wezareta Pêşmerge de û yekxistina hêzên pêşmerge.

Di civînê de rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din ku bo herdu aliyan giring in hatine gotûbêjkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst