Xaneqîn (Rûdaw) - Aliyên Kurdistanî li Diyale amadekariyê ji bo hilbijartinanên encûmena parêzgeriya bajêr dikin. Kurd bi yek lîsteyê beşdariya hilbijartinên Iraqê dike.
Aliyên siyasî yên parêzgeha Diyale ji bo beşdarîkirin di hilbijartina de civiyan û biryar dan ku Kurd bi yek lîste beşdariyê di hilbijartinan de bike ku di hember wan de jî 7 lîsteyên erebî hene.
Her yek ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) , Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel), Partiya Komonîst û Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK) li bargeha melbenda YNK li Xaneqînê civiyan.
Cîgirê Berpirsê Melbenda YNKê ya Xaneqînê Hêmin Mensûr ji Rûdawê re ragihand , ew dixwazin ku aliyên Kurdistanê bi yek lîst beşdariyê di hilbijartinên parêzgehan de bikin û partiyên ku beşdariya civînê kirine dane xuyakriin ku Kurd divê yekgirtî be û bi lîsteyekê beşdariyê di wan hilbijartinan de bike ji ber ku vê carê lîsteyên Şîe yên parêzgehê bi hêz in û eger kurd yekgirtî nebe deng bidest naxe.
Hêmin Mensûr wiha got: “Ev tişta tê kirin yasayî ye çimkî Xaneqîn, Celawle, Neftxane, Mendelî, Qeretepe û Cebare wekî fermî bi ser Diyalayê ve ne. Çimkî referendûm dibe, nabe en beşdariya hilbijartinan nekin. Heger referendûm neyê encdam kî dê bedela beşdarnekirina hilbijartinan bide. Lewma pêwîst e em beşdarî hilbijartinan bibin. Dema ku referendum bi ser ket em dê bi hev re xwe paşve bikêşin.”
Berpirsê Melbenda PDKê ya Xaneqînê Cafer Şêx Mistefa jî diyar kir ku Kurd bi beşdarkirina hilbijartinên Diyalayê tiştekê ji dest nadin û wiha domand: Dibe ku referendum ne ji bo cudabûna ji Iraqê be. Heger wisa jî bê em tiştekê ji dest nadin. Endamên me dê ji encûmên derbikevin û em dê ji Iraqê cuda bibin.
Cafer Şêx Mistefa destnîşan kir ku hilbijartin dê paşbikevin û got: “Pêwîst bû heta 12ê Hezîranê partiyên siyasî lîsteya endamên xwe radest kiriba lê hê jî nedane. Tevî vê jî ji ber şerê bi DAIŞê re hilbijartin dê neyên encamdan.”
Ji bilî nahiyeyên Kifrî, Xaneqîn, Mendelî, Sadiye, Celewla, Neftxane, Qeretepe yên bi ser Diyalayê ve nêzîkî 560 gundên din jî ji derveyê rêveberiya Herêma Kurdistanê ne. Li herêmên navborî derdora 700 hezar dengdêr hene.
Di heyama Sedam Hisên de ew herêmên navborî di çarçoveya polîtikaya erebkirinê de ji Herêma Kurdistanê hatine veqetandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse