PAK: Îro xwedî derketina li zimanê Kurdî ji nav malê destpê dibe

15-05-2023
RÛDAW
Nîşan Cejna Zimanê Kurd PAK Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurd peyamek belav kir û  tê de got: “Îro lêxwedîderketina zimanê Kurdî ji nav malê destpê dibe”.

PAK di peyama xwe de dibêje: “Zimanê kurdî  ji bo hebûn û jiyan û berdewamî û vejîna miletê Kurd heykelekî esasî ye, bingehê miletbûnê ye. Îro xebata ji bo bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî pêwîstî û watiniyeke esasî ya netewî, niştimanî ye. Têkoşîn û xebata bidestxistina mafê  perwerdeya bi zimanê Kurdî û fermîbûna zimanê Kurdî bi hişmendiya bidestxistina statuyeke neteweyî, coxrafîk, siyasî ya li Kurdistanê, bi armanca bidestxistina mafê çarenûsîya miletê Kurd ve divê bê meşandin.

Lê îro li Bakurê Kurdistanê ji bo lêxwedîderketin û pêşdebirina zimanê Kurdî, kî bi çi awayî jî be, çi gavan bavêje divê em piştgir û alîkarê wan bin. Divê em li hemû xebat û dezgeh û hewl û gavên ji bo zimanê kurdî  xwedî derkevin.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de PAKÊ bal kişand li ser zextên li ser zimanê Kurdî û dibêje: Îro li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî di bin zext û neheqî û xeterîyeke mezin da ye. Eve 100 sal e Dewleta Tirkiyê bi seyaseta înkar û asîmîlasyonê xwesteye zimanê Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) tune bike. Helbete ku vê siyaseta şovenî tesîreke xerab li ser civata Kurd a li Bakurê Kurdistanê kiriye. Lê tu siyaset û kiryarên dewleta Tirkiyeyê nikarîbûye miletê Kurd û zimanê wî ji holê rake. Îro hebûna miletê Kurd, hebûna zimanê Kurdî,  berhema têkoşîn û berxwedan û lêxwedîderketineke bêhempa ye.”

PAK tekez dike ku îro lêxwedîderketina zimanê Kurdî, ji nav malê bi xwe destpê dibe û dibêje: “Divê hemû Kurd di nav mala xwe da bi kurdî(kurmancî û kirmanckî/zazakî) biaxivin. Divê ev wazîfeya me ya ewil a netewî û însanî be. Dibistana ewil a zarokên Kurdan nav mala wan e. Dayik û bav û malbatên  Kurd, divê axaftin û fêrbûn û fêrkirina zimanê Kurdî weke wazîfeya xwe ya  wîcdanî, însanî û netewî ya esasî bizanibin. Divê em di jiyana xwe ya rojane da, li karê xwe, li bazarê zimanê Kurdî weke zimanê ewil bikar bînin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Bêgiman ji ber rastiya miletê me, em mecbûr in ku li gel zimanê Kurdî, zimanê Tirkî jî di xebata xwe ya siyasî de bikar bînin. Lê  divê hemû partiyên Kurd û Kurdistanî di hemû xebat û danûstandinên xwe yên navxweyî de, di xebatên xwe yên civakî, siyasî de zimanê Kurdî wek zimanê esasî bikar bînin. Hemû endamên partiyên Kurd û Kurdistanî  divê zimanê xwe yê zikmakî bizanibin, fêrbin, bikar bînin.

Divê  dezgehên sivîl, siyasetvan, rewşenbîr, hunermend, alimên olî, hemû kesayetên ji beşên cuda yên civatê fêrbûn û bikaranîn û lêxwedîderketin û pêşdebirina zimanê kurdî wek wazîfeyeke însanî û netewî bizanibin.

Divê em wek Kurd, ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê, bibe zimanê fermî dest bidin hev û divê Dewleta Tirkiyê vî mafê meşrû, neteweyî, însanî di Qanûna Bingehîn û di hemû yasayên xwe de qebûl bike.

Zimanê me hebûna me ye. Bi vê hişmendîyê divê em li hebûna xwe xwedî derkevin.Divê 365 rojên salê jibo me roja zimanê kurdî be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst