Li Panosê karmendên tenduristiyê bi dest nakevin: Xelk di dorê de ye

15-04-2024
RÛDAW
Nîşan Karmendên Tenduristiyê Panos
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Panosê ya parêzgeha Agiriyê ji ber kêmbûna bijîşk û karmendên tenduristiyê xelk bi saetan di dorê de dimîne da ku were dermankirin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik xwest ku ew pirsgirêk were çareserkirin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik li ser hesabê xwe yê tora civakî bi belavkirina dîmenên Nexweşxaneya Panosê ragihand ku li wê navçeyê ji ber kêmbûna bijîşk û karmendên tenduristiyê xelk bi saetan di dorê de dimîne.

Li gorî ku di dîmenan de xuya dike, hejmareke zêde ya nexweşan li korîdorên Nexweşxaneya Panosê kom bûne û li benda dora xwe ne.

"Xelk dikeve ser rêyên Erzirom û Wanê"

Sakik di peyama xwe de ku saet 20:40ê şeva borî belav kiriye, got:

“Ev der navçeya herî mezin a Agiriyê Panos e.

Heta vê demjimêrê bi sedan nexweş ji ber kêmbûna bijîşkan bê xizmetên tenduristiyê mane.

Hem karmendên tenduristiyê û hem jî xelkê vê navçeyê gelekî mexdûr dibin.

Ev mexdûriyet dibe sedem ku xelk bikeve ser rêyên Erzirom û Wanê.

Ew rê jî dibin sedema trajediyên mezintir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst