Ligel Renc- Tedbîrên silametiya agir li avahî û bazaran

15-04-2024
RÛDAW
ijara vê hefteyê ya bernameya “Ligel Renc” a Rûdawê li ser agir û şewatên li Bazara Lengeyê ya Hewlêrê bû
ijara vê hefteyê ya bernameya “Ligel Renc” a Rûdawê li ser agir û şewatên li Bazara Lengeyê ya Hewlêrê bû
Nîşan Şewat Agir Herêma Kurdistanê Ligel Renc
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mijara vê hefteyê ya bernameya “Ligel Renc” a Rûdawê li ser agir û şewatên li Bazara Lengeyê ya Hewlêrê bû.

Di heyama 50 rojî de 2 caran agir bi Bazara Lengeyê ket.

Cara yekem 27 Sibata 2024an bû û cara duyem jî 8ê vê mehê bû.

Bandora agir û şewatan li ser jiyan û tenduristiya xelkê, xweparastina ji agir û şewatan, tedbîr û pisporiya di warê, elektrîk û vemirandina agie de mijarên serekî yên vê beşa bernameyê bûn.

Berpirsê Projeyên Metirsiyên Agirvemirandinê yê Avahiyên Herêma Kurdistanê Serbest Husên, pisporê perwerdeya agirvemirandinê yê navneteweyî Hêmin Wehbî, akademîsyenê Zanîngeha Selehedînê Arî Ekrem, Berdevkê Parastina Sivîl a Silêmaniyê Aram Elî,  bazirganê amûrên elektrîkê Mecrûm Resûl, pisporê tedbirên vemirandina agir li avahî û bazaran Şivan Kemal mêvanên vê bernameyê bûn.

“Topên agirvemirandinê bêqelite ne”

Pisporê perwerdeya agirvemirandinê yê navneteweyî Hêmin Wehbî li ser topên qelîteya agir vemirandinê axivî û got: “

Ji sala 2016an heta 2024an min ew top ceribandin. Min ew xistin nava agir. Diyar bû ku kar nakin. Ew top ji bo cihên girtî hatine çêkirin.”

Li aliyê din, Berpirsê Projeyên Metirsiyên Agirvemirandina Avahiyên Herêma Kurdistanê Serbest Husên jî got:

“Hejmara bûyerên derketina agir li Herêma Kurdistanê gelekî zêde ne. Niha em hewl didin ji vê babetê re çareseriyê bibînin.

Li herêmê ji bilî cografyaya Herêma Kurdistanê li ti cihekî hejmara bûyer û agir ew qasî ne zêde ye."

Di heyama 6 mehên derbas bûyî de 4 bûyerên mezin ê şewatê li Hewlêr, Dihok û Soranê çêbûn.

Êvara 8ê Kanûna Pêşîna 2024ê li Soranê agirek li avahiyekê derket.

Ji ber wî agirî 14 kesan jiyana xwe ji dest da.

Di her sê agirên din de dukanên esnafan li bazara Dihokê û Bazara Lengeyê ya Hewlêrê şewitîn.

“Li Silêmaniyl hejmara bûyerên şewatî kêm bûye”

Berdevkê Parastina Sivîl a Silêmaniyê Aram Elî jî diyar kir ku sal bi sal li Silêmaniyê hejmara bûyerên agir û şewatê kêm dibin û wiha got:

“Dema her projeyek tê ber destê me, heta ku em baweriyê bi silametiya projeyê nekin em projeyê pesend nakin.

Bûyerên derketina agir li Silêmaniyê sal bi sal kêm dibin. Sala 2015an hezar û 374 bûyerên agir derketin.  Sala 2023yan jî 665 bûyerên agir hebûn.”

Pisporê tedbirên vemirandina agir li avahî û bazaran Şivan Kemal jî got:

“Piştî derketina agir û şewatê, em lêkolînê li ser sedemên derketina agir nakin.

Eger em lêkolînê jî bikin, ew lêkolîn ne zanistî ye. Yan jî sedemên serekî yên derketina agir nabînin.

Gelekî hêsan e, em dibêjin, şewat ji ber elektrîkê derketiye li welatekî wekî Amerîkayê jî sala 2021ê  nêzîkî 22 hezar bûyerên şewatê derketine.

Li gorî zanyariyan, 6 hezar şewat bi enqest derketine. Ew jî dikare were çareserkirin. Bi rêya kamêrayan ev dikare were çareserkirin. ”

“Bazirgan amûrên bêqelîte hawirde dikin”

Bi gotina bazirganê amûrên elektrîkê Mecrûm Resûl rola bazirganên Herêma Kurdistanê jî di derketina agir û şewatê de heye.

Mecrûm Resûl bazirganên Herêma Kurdistanê rexne kir û got:

"Hinek ji bazirganên me, bêwîjdan in. Ji derve amûrên qelîteya wan gelekî xirab hawirde dikin.

Di hinek kablo û pirîzan de li cihê têlan pûş heye.”

Herwiha akademîsyenê Zanîngeha Selehedînê Arî Ekrem jî li ser babetê amaje bi wê yekê kir ku raporta kontrolê ya qelîteyê gelekî giring e.

Li gorî gotina Arî Ekrem, pirîz germ dibin û agir bi wan dikeve lewma qelîteya amûran gelekî giring e. 

Li aliyê din Serbest Hûsên amaje bi wê yekê kir ku divê, welatî werin hişyarkirin ku amûrên nebaş û erzan ên elektrîkê nexin malên xwe.

Serbest Hûsên da zanîn ku pileya germê û oksîjenê bandorê li derketina agir dikin.

Li ser babetê Şiwan Kemal tekez kir ku li Herêma Kurdistanê akademiya gihandina pisporên elektrîkê nîne û pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi pisporên elektrîkê heye.

Akademîsyen Arî Ekrem jî diyar kir ku sala borî wan li zanîngehê li ser sedem û çareseriyên derkatina bûyerên agir konsferansek li dar xist.

Arî Ekrem herwiha da zanîn ku wan encama konferansê ji berpirsên hikûmetê re şandiye.

Bi gotina Ekrem wan bi taybetî jî ji bo Wezareta Elektrîkê şandiye lê belê heta niha jî ti kesî ti bersivek nedaye wan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst