Şaredariya Amedê hişyarî da

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Amedê Hişyarî Ba û Bahoz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Ameda Bakurê Kurdistanê hişyariya baran, ba û bahozeke bihêz da û ji xelkê xwest ku tedbîrên xwe wergirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di daxuyaniyekê de ragihand ku li gorî pêşbîniyên keş û hawayê dê îro li parêzgeha Amedê û parêzgehên derdora wê Riha, Mêrdîn û Êlihê, piştî nîvro baraneke gûr bibare.

Her wiha şaredariyê diyar kiriye ku li gorî pêşbîniyan dê ji demjimêrên nîvro û pê ve ji başûrê parêzgehê ba û bahozeke bihêz bê ku hêza wê di yek demjimêrî de di navbera 50 heta 70 kîlometreyan de be.

Şaredariyê ji xelkêxwest ku ku derbarê her pêşhateke neyênî ya keş û hewayê de tedbîrên xwe wergirin.

Şaredariya Amedê bi her dû zaravayên Kurmancî, Zazakî yên Kurdî û zimanê Tirkî bangî Amediyan kir û got:

"Hişyara Meteorolojiyê! Roja Yekşemê 24.11.2024 li herêma me ji danê nîvro ve ji aliyê başûr ve ba û bagereke bihêz tê pêşbînîkirin.

Ji ber vê rewşa ku tê pêşbînîkirin bi leza 50-70 km di saetê de bager rabe hişyariya baldariyê tê kirin.

Dema Destpêk - Dawî: 24.11.2024 – 00:00 24.11.2024 – 18:00 . Ji hemû gelê me re tê ragihandin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst