Li Tirkiyeyê şîna Reîsî: Ala hatin daxistin

21-05-2024
Nîşan Tirkiye Îbrahîm Reîsî Şîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê ji bo mirina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî “rojek şîna neteweyî” ragihand.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan doh piştî Civîna Kabîneyê ya Hikûmetê ragihand ku dê şîna neteweyî were ragihînin û got:

“Me di civîna kabîneyê de biryar da, em bi armanca parvekirina êşa xelkê Îranê li welatê xwe şîna neteweyî radigihînin ku dê rojekê berdewam bike.”

Piştî biryara hikûmetê, îro hemû alayên li saziyên fermî heta nîvî hatin daxistin.

Çi bûbû?

Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev 19ê vê mehê li ser sînorê Îranê û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.

Piştî merasîmê di rêya vegerê de helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li herêma Culfayê ya Tewrêzê ketibû.

Ji ber şer û mercên xerab ên hewayê karên lêgerînê bi zehmetî dihatin kirin.

Enqaza helîkopterê doh (piştî ketina wê 15 saetan) bi dronan hat tesbîtkirin û derket holê ku li cihê enqaza helîkopterê ti nîşaneyên jiyanê nînin.

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku kes ji qezayê bi saxîtî nefiliye.

Kî û kî mirine?

Piştre hat ragihandin ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî canê xwe ji dest daye.

Li hêla din 2 rayedarên leşkerî yên pilebilind ên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst