Par li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 525 hezar û 814 kes mirine

14-06-2024
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Amar Mirin TUIK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên TUIKê, par li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 525 hezar û 814 kes mirine.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) amarên mirinê yên sala 2023yan eşkere kirin.

Li gorî amaran, mirin sala 2023yan li gorî sala 2022yan bi rêjeya ji sedî 4,1ê zêde bûne û hejmara miriyan bûye 525 hezar û 814.

TUIKê diyar kir ku ji sedî 53,9ê miriyan mêr in û ji sedî 46,1ê miriyan jî jin in.

Amar hevdû nagirin

Li gorî amarên TUIKê, di erdhejên 6ê Sibata 2023yan de ku navenda wan Mereş bû 45 hezar û 784 welatiyên Tirkiyeyê mirine.

Lê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya 8ê Sibata îsal ragihandibû ku di van erdhejan de 53 hezar û 537 kes mirine û 107 hezar û 213 kes jî birîndar bûne.

Li hêla din, sala 2022yan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 505 hezar û 269 kes miribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst