Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Yenîşehîr yê Ameda Bakurê Kurdistanê li kafeyekê di navbera du grûpan de şerê bi kêr, dar û çekan derket û 4 kes birîndar bûn.
Bûyer, derengê şeva derbasbûyî li kafeyeke Taxa Kooperatîfler a bajarokê Yenîşehîr li ser cadeya Rizvanaga qewimî. Li kafeyê ji ber sedemên ku heta niha nayên zanîn di navbera du grûpan de nîqaş derket û di demeke kurt de veguherî şer. Di şer de ku çek, kêr û dar hatin bikaranîn 4 kes birîndar bûn.
Şer û pevçûnê li derveyî kafeyê jî berdewam kir û camên ambûlansa ku xwest birîndaran jî veguhêze hatin şikandin. Paşê birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhestin û hat ragihandin ku hinek gumanbar ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse