Qeyûm li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat danîn

15-02-2025
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qeyûm li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat danîn.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, agahdarnameya dûrxistina ji kar a ku dixwestin pê bidin îmzekirin, îmze nekir.

Li Wanê polîsan bi ser avahiya şaredariyê de girt ku 5 roj in çalakiya nobetê lê berdewam e.

Polîsan, gelek kes ku di nav de rojnameger û siyasetmedar jî hene bi lêdanê desteser kirin.

Polîsan xwest ku agahdarnameya Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ya dûrxistinê bi Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Abdullah Zeydan bidin îmzekirin.

Abdullah Zeydan diyar kir ku ew biryarê nas nake û agahdarname îmze nekir.

Piştî ku 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat birîn, xelkê li pêşiya avahiya şaredariyê dest bi nobetê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst