Li 3 parêzgehan 14 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

15-02-2024
RÛDAW
Nîşan Operasyon Dêrsim Xarpêtê Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li  parêzgehên Dêrsim, Xarpetê û Stenbolê di operasyonekê de 14 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin.

Li gorê daxuyaniya Parêzgariya Dêrsimê îro hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê navenda wê li Dêrsimê li parêzgehên Dêrsim, Xarpêt û Stenbolê bi hinceta “endamtî, alîkarî  û propagandeya PKKyê”  operasyonek pêk anî.

Hêzên ewlehiya Tirkiyeyê di çarçoveya operasyonê de li her sê bajaran bi awayî hemwext bi ser çend navnîşanan de girtin.

Li Dêrsimê 10 kes, li Xarpetê kesek û li Stenbolê jî 3 kes bi giştî 14 kes hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku hêzên ewlehiyê her 14 kesên desteserkirî birine rêveberiyên ewlehiyê û karûbarên wan ên îfadeyê berdewam dike.

Hêzên ewlehiya Tirkiyeyê van demên dawî operasyonên xwe yên bi hinceta PKKyê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê zêde kirine.

Rojane di wan operasyonan de hinek welatî tên desteserkirin ku piraniya wan siyasetmedar, berpirs û endamên DEM Partiyê  ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst