Li Stenbolê êrişî dêrekê hat kirin

28-01-2024
RÛDAW
Nîşan Stenbol Dêr Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Sariyerê ya Stenbolê di nava Dêra Santa Mariayê di dema ayîne Yekşemê de 2 kesan bi çekan êrişek pêk anî, kesekî canê xwe ji dest da.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku di êrişê de kesek hatiye kuştin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku derdora demjimêr 11:40ê 2 kesên rûyên wan girtî di dema ayînê de bi çekan êrişî Dêra Santa Mariayê ya li navçeya Sariyera Stenbolê kir.

Bi gotina Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di êrişê de kesekî bi navê C.T hatiye kuştin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya diyar kir ku ji bo desteserkirina êrişkaran dest bi xebatan hatiye kirin û wan derbarê bûyerê de lêkolîneke berfireh daye destpêkirin.

Alî Yerlîkaya di berdewama daxuyaniya xwe de êriş şermezar kir.

Ev di demekê de ye ku beşek ji medyaya Tirkiyeyê dibêje hejmara kuştî û birîndaran zêdetir e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst