HSD li ser bombebaranên Tirkiyeyê: Dê bê bersiv nemîne

15-01-2024
RÛDAW
Nîşan HSD Bombebaranên Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bombebaranên balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê di roja duyemîn de berdewam kirin.

HSDyê di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku “Êriş dê bê bersiv nemînin.”

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî bombebaranên artêşa Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniya Wezareta Parastina Tirkiyeyê ya canjidestdana şervanên xwe red kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya de anî ziman:

“Em diyar dikin ku ev îdia bêbingeh in. Ev îdia amûrên daîmî yên dagirkeran in. Dagirker bi van amûran bombekirina binesaziyê, navendên xizmetê, cihên niştecihbûnê û debara jiyanê hewl didin sûcên xwe veşêrin.

Belgeyên vîdeoyî îspat dikin ku ev sûc ji hemû îdiayên dubare yên dewleta Tirk a dagirker mezintir û zelaltir in. Ev belge rasterast dewleta Tirk krîmînalîze dikin.”

“Şervanên me dê êrişên dewleta Tirk bê bersiv nehêlin”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku balafirên şer û dronan di du rojên dawî de saziyên enerjiyê, santralên elektrîkê, embarên genim, îtfaiye, malên sivîlan, baxçe, rêyên sereke û derdora bajaran bombebaran kirine.

HSDyê herwiha ragihand ku di encama bombebaranan de wêraniyeke mezin çêbûye ku xizmetên enerjî, elektrîk û avê li ser bi sed hezaran kesî qut bûye.

HSDyê diyar kir ku bombebaranên ku sivîlan dikin armanc tawanên şer in.

HSDyê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Em tekez dikin ku mafê me yê rewa ye ku em bersiva êrişan bidin. Em dê gelê xwe û axa xwe ji her demê bi hêztir biparêzin. Şervanên me dê êrişên dewleta Tirk a dagirker bê bersiv nehêlin.”

Çi bûbû?

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihandibû ku li devera “operasyona Pence Kilîd”ê gerîlayên PKKyê bi ser baregeheka wan de girtiye û wan jî piştî wê li Rojava û Herêma Kurdistanê dest bi bombebaranan kirine.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê dabû zanîn ku li herêma Zapê ya ku dikeve nav sînorên navçeya Amêdiyê ya Dihokê di “operasyona Pence Kilîdê” de 9 leşkerên wan hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst