Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê amarên êrişên şeva borî eşkere kirin

07-10-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Rojavayê Kurdistanê HSD Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku şeva borî li Rojavayê Kurdistanê serê sibehê çend cih bombebaran kirine û îdia kir ku herî kêm 14 şervanan di êrişên wan de canê xwe ji dest daye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê medya civakî amarên şeva borî yên derbarê êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de belav kirin.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê hêzên wan şeva din heta serê sibehê armancên YPGyê yên li deverên operasyonê yên "Mertala Firatê", "Çiqlê Zeytûnê" û "Kaniya Aştiyê" bombebaran kirine.

Wezaretê îdia kir ku herî kêm 14 şervanan di êrişên wan de canê xwe ji dest dane.

Wezareta Bervaniyê ya Tirkiyeyê dîmenên beşek ji êriş û topbarana xwe ya şeva borî jî belav kirine.

Di dîmenan de Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê bi tank û topên obûs û firokeyan bi giranî navçeyên HSDyê bomberan dikin.

Lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) heta niha îdiayên Tirkiyeyê piştrast nekiriye ku 14 şervanên wan canê xwe ji dest dabe.

Herwiha HSDyê ragihandibû ku wan çend êriş wekî bersiv li dijî hêzên Tirkiyeyê yên li navçeyê pêk anîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst