Elektrîka gelek deverên Rojhilatê Kurdistanê qut bûye

15-01-2024
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Berf Elektrîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojhilatê Kurdistanê berf û barana zêde bandoreke neyînî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye.

Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber berfê elektrîka hinek deveran qut bûye, rêyên bi dehan gundan hatine girtin û dibistanên hinek cihan jî hatine girtin.

Qeymeqamê Mehabadê Hesen Ebasî diyar kir ku roja şemiyê ji ber bayê bihêz karebaya 60 gundên Mehabadê qut bûye.

Bi gotina Hesen Ebasî, elektrîka 50 gundî dê di demeke zû de bê berdan lê karebeya 10 gundan dê heta 3 rojên din bê çêkirin.

Li aliyê din, Qeymeqamê Pîranşarê Xidir Kak Derwîşî got ku şeva borî li hinek herêmên sînorî yên Pîranşarê nêzîkî metreyeke berf bariyaye û rêya 11 gundan hatiye girtin.

Rêvebirê Perwerdeyê yê Urmiyeyê jî da zanîn ku îro dibistanên hinek navçeyên wekî Çaldiran, Xoyê û Şino ji ber berfê û daketina pileya germê hatine girtin.

Li parêzgeha Sineyê jî elektirîka hinek gundên bajarê Seqizê ji ber berfê qut bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst